AFRINPOST- Taybet
Çavkaniyekî hayjêbûyî di Meclîsa Sûriya Dêmokratîk de ji AFRINPOSTê re diyar kir ku dagîrkirina herêma Efrînê/Rojava bi lihevkirinekê di navbera Tirk, îran û Rûsan de encam daye.
Heman jêderê, ku naxwast navê xwe diyar bike, got ku radestkirina Efrînê/Rojava bo dagîrkeriya Tikiyê ji aliyê Rûsan ve mijarek bidawîkirî bû, çi ku rêjîma Sûrî jî biketayê yan na dê dîsa radestî dagîrkeriya Tirkiyê bibaya, ji ber ku mercên lihevirinê wisa bûn ku dagîrkeriya Tirkiyê dê milîsên îslamî ji xûteya şamê û ji herêmine din vekişîne li hemberê jî Rûsiya dê herêma Efrînê/Rojava radestî Tirkan bike.
Herwisa çavkaniyê nîşan pêkir ku di hevdîtinên bi Rûsan re yên di dema pêş hêrîşkirina dagîrkeriya Tirkiyê de li Binkeya Himêmîm, herdem Rûsan digot em nahêlin dewleta Tirkiyê hêrîşî Efrînê/Rojava bike, lê belê di rastiyê de biryara radstkirina Efrînê ji aliyê Rûsan ve hatibû standin.
Ji aliyekê din ve heman jêdarê da diyar kirin ku di mijara Efrînê de çi bijarde di destê Rêveberiya Xweser de tune bû, ka ku Efrînê radestî Rêjîmê bike yan na, heya ku weke çavkanî jî dibêje di wan hevdîtinan de serkirideyên leşkrî yên Kurdan jî ji binekeya himêmîm hatinbûn derxistin.
Weke tê zanîn jî ku hevalbendên Rêjîma Sûriyê bi wa lihevkirinê Rêjîm ji hebûna Siniyan li şamê xelas kirin û hemû şandin Efrînê.
Bi vê yekê hanê Rêjîma Sûrî sûdwerê herî gewre bû ji ber ku ji aliyekê ve ji Siniyan û girûpên Radîkal xelas bû û ji aliyê din ve jî Rêveberiya Xweser bi destê dagîrkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî kir, ku rêjîm hê jî ne amade ye mafên Kurdan, ên dîrokî weke Gelekî li ser axa xwe, qebûl bike.