AFRINPOST-Taybet
Çekdarên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ji niştedagîran desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê yên mayî û koçber dewam dikin.
Ev bêtirî 3 salan in çekdar û milîs erd, mal û dikanên desteserkirî ji xwe re bi kar tînin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku yê bi navê “Fîras Oso” ku çekdarekî milîsên “Cebha El-Şamiyê” ye, 3 dikanên bazirganiyê li taxa Eşrefiyê desteser kirine û ji xwe re bi kar tîne.
Çekdar “Fîras Oso” ji bajarokê Heyan ê gundewarê Helebê ye. Ew her dikanekê mehane bi 50 $ dide. Dikanên ku desteser kirine yên koçberekî Kurd bi navê Mihemed Hemo ji şêniyên gundê Qeretepe yê bi ser Efrînê ve ye.
Li aliyekî din “rêxistina Sûriyên ji bo rastî û dadweriyê” raporek li ser awayên desteserkirina mal û milkên Kurdan li herêmên dagirkirî wek Efrînê û Serê Kaniyê parve kir.
Rêxistinê da zanîn ku kiryarên artêşa niştîmanî yên bê hesab derbas dibin û bi taybet kiryarên sermilîsan dide xuyakirin ku wezareta parastinê ya hikûmeta demkî ya qaşo opozisyona Sûriyê ye û hikûmetê Tirkiyê pê re hevkar in. Her wiha delîlan li ser pêkanîna Tirkiyê ya guhertina demografîk û koçberkirina Kurdan zêde û xurt dike.