Li ser diziya şûnwaran li gundewarê Efrînê pevçûn di navbera milîsan de derket

AFRINPOST-Taybet

Roja Şemiyê bi êvarê pevçûnên tund di navbera milîsên “Ceyş El-Nuxbe” û “Siqûr El-Şemal” de li gundê Umer Simo yê navçeya Şerayê li ser mafdariya kolan û lêkolîna li şûnwaran li dorhêla kela Nebî Hûrî derket.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku pevçûnên dijwar bi çekên wek kilaşînkovên giran û topavêjên)RBG) rûdan. Di encama pevçûnan de 3 çekdar ji her du aliyan bi giranî birîndar bûn.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku tabûra “Ceyş El-Nuxbe” bi fermandariya yê bi navê “Mutez Arselan”  ku gundê Zêtûnekê ji xwe re kiriye navend, di van demên dawiyê de bi armanca lêgerîna li şûnwaran û parçeyên dîrokî li nêzîkî kaniya Nebî Hûrî, bi awayekî zêde dest bi rûxandina erdên çandiniyê û deverên geştewariyê kiriye û maşîneyên giran di kolanê de bi kar tînin.

Nûçegihanê me diyar kir ku rewşeke seferberî û tansiyonê li herêma gundê Umer Simo di navbera her du tabûran de ji ber pevçûnên giran di navbera wan de derketiye. Û birîndarên her du aliyan jî, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Related posts