Ji ber ku rê li ber diziyekê girt, 7çekdaran li Cindirêsê bi giranî li Kurdekî dan

AFRINPOST-Taybet

Li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê, roja Înê 18`ê Pûşber (7) çekdaran li şêniyekî Kurd ji ber ku rê li ber diziya stûnê kehrebeyê girt, da.

Çavkaniyên Afrinpostê hûrgiliyên bûyerê wiha parve kirin:

Komeke çekdar ji 7 çekdarên milîsên “Lîwa Semerqend” ku yê bi navê “Ebû Mûhened” sermilîsê wan e û berpirsyarê ewlehî li gund e, bi giranî û li pêşiya jin û zarokên wî li şêniyekî Kurd bi navê Xelîl Mihemed Xilo (32 salî) da. Ji ber ku şênî nehişt ku çekdar stûnê kehrebeyê yê di mala wî de hilkin, bi vî rengî lê da.

Çavkaniyan diyar kir ku şênî Xilo hêjî ji ber lêdana giran di nava nivînan de ye û destnîşan kir ku Ebû Mûhened dema li wî dida wiha jê re got: “Me hûn û jinên we kirîne, çênabe ku hûn rê li ber tiştê ku em dixwazin, bigirin.”

Kiryarên terorîst ên çekdaran ne cara yekê û ne jî ya dawî ye ku 8`ê Çileyê 2021, şêniyekî Kurd bi navê Xelîl Ehmed Îsa li pêşiya niştedagîrinan ku ew tengav dikirin û zirarên madî digihandinê, sekinî, lê milîsên “Lîwa Semerqend” bi serkêşiya Ebû Mûhened pev 10 çekdaran berê xwe dan mala şênî Xelîl û li pêşiya jin û zarokên wî(4), bi dijwarî lê dan û wiha çavkaniyan dewam kir; Xelîl ê (39 salî) ji ber êrîşa tund, ji hal ket û di gelek cihan de hestiyên wî şikandin, ji ber vê yekê ew rasterast rakirin nexweşxaneyê û ji dema ku ji nexweşxaneyê derxistine û heta niha di nava nivînan de ye.

Niştedagîrên ku dagirkeriya Tirkî ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne û li Efrînê bi cî kirine, xwe bi çekdaran xurt dikin û bi ser Kurdan de diçin da ku wan bidin koçberkirin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts