AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî berakiyek bi tawana ku ji milkên “Rêveberiya Xweser” e, desteser kir û xwediyê wê jî qewitand.
Nûçegihan da zanîn ku berakî li herêma pîşesaziyê ya bajêr dikeve. Xwediyê wê Kurd e û bi navê Ehmed Xelîl ji şêniyên gundê Satiya yê Mabeta ye.
Milîsan şênî Ehmed bi tawaneke çêkirî ji jêdera debara jiyana wî bê par hişt.
Nûçegihan diyar kir ku şênî li ser hesabê xwe ew berakî ava kir û tê de karê biraştina goşt dikir. Lêçûnên amadekirina berakiyê li ser şênî gihîşt 600$ lê milîsan ew ji berakiyê qewitand.