AFRINPOST-Taybet
Hêzên dagirkeriya Tirkî sibeha Yekşemê ji nû ve gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî aliyên bajarokê Dêr Cemal, Ziyaret, Aqîbê û Soxanekê yên gundewarê Şêrawayê topbaran kirin her wiha gundên Bendavê, Sirûc, Hesackê, Qirac, Teane û Gir Cîcan ji gundê Til Malid ên aliyên bajarokê Marê topbaran kirin, hemwextî topbaranê balafirên Rûs li esîmanê herêmê digeriyan.
Li aliyekî din, gelek mûşek li herêma kargeha Rojava ya li ser rêya Efrîn-Cindirêsê ketin ku di encamê de zarokek hat kuştin û hejmareke niştedagîrên li kampên nêzîkî wir birîndar bûn.
Ta niha ti aliyekî êrîşa li ser Efrînê negirtiye ser xwe.
Duh jî roja Şemiyê hêzên dagirkeriyê gundê Soxanekê, Meyase û Burc Qas topbaran kirin û ziyanên mezin gihandin mal û milkên şêniyan û bi taybet gundê Burc Qasê.
Topbaran piştî ku operasyon çekdarên “Feyleq El-Şam” li dijî hêzên rizgariya Efrînê têk çû, pêk hat.