Ji ber birîna mûçeyên wan, milîsan dest bi firotina dikanên lîstikgehê kir

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî roja Şemiyê ragihandin ku milîsên “Lîwa Şemal” ên dagirkeriya Tirkî, ji ber ku dagirkeriyê mûçeyên wan li ser qut kirine, dest bi firotina dikanên bazirganiyê ku beriya demekê di hundirê stada Beledî ya bajarê Efrînê de ava kiribûn, kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku milîsên li navenda ciwanan a berê dimînin ku sermiiîs “Ebû Silêman” ji şêniyên Helebê ye, wan dide şerkirin, niha 60 dikan ji firotinê re dane pêşandan.

Milîs her dikaneke bazirganiyê bi 10000$ ji firotinê re pêşan didin. Çavkaniyan dan zanîn ku milîsan berê her dikanek bi 150$ bi kirê dida, lê ji ber ku dagirkeriya Tirkî mûçeyên wan li ser qut kirin, dest bi firotina dikanan kirine û baweriya wan bi dagirkeriyê kêm bûye ku ditirsin wan beramberî hin tiştan bazar bikin.

Milîsan di çarçoveya destdirêjiya li ser mal û milkên giştî de, Cotmeha 2020`an dikanên bazirganiyê yên li aliyê başûrê stada Beledî ya bajrê piştî rahiştin dîwaran ava kirin da ku ji xwe re bixebitînin.

Related posts