Şivanekî kalemêr li navçeya Şêrawayê ji ber topbarana Tirkî birîndar bû

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî roja Pêncşemê bi nîvro, şivanekî Kurd dema pezê xwe li dorhêla gundê Meyase yê navçeya Şêrawayê diçêrand bi giranî birîndar kir.

Di vê derbarê de Afrinpost ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî gule li şêniyê bi navê Îsa Hisên Ferec (79 salî) dema ku pezê xwe li nava erdên çandiniyê li aliyê rojava yê gund diçêrand, reşand.

Nûçegihan da zanîn ku rewşa tenduristî yê şivanê kalemêr giran e ku ji ber wê rakirin nexweşxaneyeke bajarokê Zehra û wiha dewam kir;

Çekdarên dagirkeriya Tirkî piştî ku şivan birîndar kir, pezê wî desteser kir û bir herêmên xwe yên dagirkirî.

Li aliyekî din, hêzên dagirkeriyê ji nû ve gundê Merenaz û Malikiyê bi top û çekên giran topbaran kirin ku bêtirî 10 topan li her du gundan ketin.

Related posts