AFRINPOST-Taybet
Roj li pey rojê nakokiyên di navbera milîsên bi navê “Ceyş El-Wetenî” zêdetir xuya dibin. Piştî xwepêşandanên bi daxwaza mûçeyan, komeke çekdar derdora 100 çekdarî gefa veqetîna ji nava milîsan li sermilîsan xwarin û 20 roj weke derfet dan wan.
Afrinpost zanyarî û tabloyên daxwazên çekdaran di odeyên li ser sosyal medya bi cî kirin.
Çekdaran li ser tabloyan qala veqetînê ji nava refên milîsan kirin.
Her wiha li ser dîwarê nexweşxaneya “El-Wetenî” ya bajarê Ezazê jî proşorên bi vî rengî hatin dîtin ku tê de ev agahî hatin parvekirin; armanca şoreşê ya bingehîn hatin bibîrxistin.
Çekdaran li ser biroşoran dan zanîn ku eger mûçeyên wan neyên dayîn, wê ji nava refên milîsan werin veqetîn û tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk “QSD” bibin.