Hêzên rêjîma Sûrî şêniyên Efrînê ji derbasbûna bajarokê Nubil û Zehra qedexe dikin

AFRINPOST-Taybet

Rêbendên hêzên rêjîma Sûrî roja Çarşemê, derbasbûna koçberên Efrînê ya bajarokê Nubil û Zehra ji ber sedemên nediyar, qedexe kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku komeke şêniyên Efrînê hewl da derbasî bajarokê Nubilê bibe, lê rêbendên hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûrî bi bihaneya ku qedexe ye ku Efrînî derbasî bajarokê bibin û bêyî ku sedeman diyar bikin, rê li ber girt û nehişt.

Nûçegihan ji şêniyekî ragihand ku yên ku bi armanca kirîna pêwîstiyên xwe xwestin derbasî bajarokê bibin, nikarîn û ji nû ve vegerîn.

Her wiha hêzên rêjîmê şêniyên gundê Mezin û Burc Qas yên li kêleka bajarokê Nubilê jî, nehiştin têkevin her du bajarokan û pêwîstiyên xwe yên weke sotemenî û jiyanî bikirin.

Têkildarî vê gava nû, şênî dibêjin ku ji ber pevçûnên di navbera hêzên asayîşê û çekdarên “Dîfa El-Wetenî” de ku di encamê de ji taxê hatin qewitandin, ev biryar derheqê koçberên Efrînê de hatiye dayîn.

Şêniyên gundê Mezin û Burc Qas ên navçeya Şêrawayê ji berdewamiya dorpêçê li ser wan bi fikar in, ji ber ku ew pêwîstiyên xwe yên jiyanî ji wir digirin ku li aliyekî din jî her du gund li ser xeta pevçûnên bi milîsên dagirkeriya Tirkî re ne.

Related posts