Bêtirî 100 darên zeytûnê li Meydankê û Qeretepe hatin birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî bêtirî 100 darên zeytûnê li gundê Meydankê yê navçeya Şera û gundê Qeretepe  ji bo bazirganiya bi darên wê birîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên Sultan Mûrad derdora 70 darên zeytûnê ji zeviyekî li dorhêla gundê Meydankê yên şêniyê Kurd bi navê Mihemed Elî Mihemed ji şêniyên gundê Qizilbaşa yê Bilbilê birîn û wiha dewam kir;

li zeviyekî din ê şêniyê Kurd Mihemed Elî Mihemed (Ebû Heval) ji şêniyên gundê Qeretepe yê bi ser bajarê Efrînê ve ku ew bi xwe xwediyê hola Rotana ya şahiyan e, dar hatin birîn û derdora 35 darên din ên zeytûnê li zeviyekî ku 140 dar lê hene hatin birîn û ew zevî jî di navbera gund û rêya giştî dikeve.

Related posts