“Polîsên Leşkerî” Kurdek li gund Eyn Hecerê bin çav kir û pere ji mala wî talan kirin

AFRINPOST-Taybet

Îro Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku desthilatên dagirkeriya Tirkî, beriya derdora hefteyekê şêniyekî Kurd ji mala wî li gundê Eyn Hecerê bi tawaneke nerast bin çav kir û bir cihekî nediyar.

Çavkaniyan diyar kir ku milîsên “polîsên leşkerî” bi kordîneya li gel milîsên “Sultan Mûrad” ku gund dagir kirine, şêniyê Kurd bi navê Şêx Ehmed Izet Alo 52 salî ji mala wî li gundê Eyn Hecera Mezin bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kir û bir cihekî nediyar ku hêjî çarenûsa wî ne diyar e.

Çavkaniyan teqez kir ku milîsan, beriya binçavkirina wî, li mala wî venêrî û pereyên wî dizîn(7000$ û 4500 lîreyên Tirkî û 700000 lîreyên Sûrî).

Ji aliyekî din ve, koma bi navê Ehmed Xelîl ên milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku gundê Kefermizê beriya derdora hefteyekê, şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Şêx li herêmeke nêzîkî gundê Xalidiyê yê navçeya Şêrawayê, li kêleka kargeha Bêrînê bi tawana ku tirimpêleke diziyayî, firot û bir cihekî nediyar.

Şênî Şêx ji şêniyên gundê Qeretepe û temenê wî 55 salî ye. Ew xwedî ofîseke tirimpêlan li kolana otostrada Xerbî, lê belê nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku sedema revandina wî ew e ku rewşa wî ya madî baş e ku daxwaza fidyeyekî malî dikin.

Related posts