AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li gundê Kefersefrê û Duraqliya, 7 şêniyên Kurd di çarçoveya siyaseta tengavkirin û koçberkirinê de bin çav kirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Semerqend”, roja Înê 5`ê Sibatê 2021 bi ser gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê de girt û 5 şênî bin çav kirin ku nasnameyên wan hêjî ne xuya ne.
Nûçegihanê Afrinpostê navên şêniyên ku hatine binçavkirin belge kirin ku ew jî wiha ne; Ehmed Hesen Mamed, Hesen Hisên Has, Mûrad Seydo Xelo, Ebdo Mihemed Mecîd, Mihemed Xelîl Mûrad
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ew kesên binçavkirî hatine girtin, beriya wê bêtirî carekê ji aliyê çekdarên Ixwanî ve hatine revandin ku her carê jî beramberî berdana wan fidyeyên malî distandin.
Ji aliyekî din ve nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên ji koma “Heyan” ên milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” 4`ê Sibatê 2021 li gundê Duraqliya yê Şera, şêniyê Kurd bi navê Mihemed Mihemed Zîbo û kurê wî Umer Zîbo ji ber ku fidye neda (tenekeyên zeytê) û bi tawana peywendiya bi Rêveberiya Xweser re revandin.
Milîsên “Siqûr El-Şemal” derdora 35000 darên zeytûnê desteser kir ku nûçegihanê Afrinpostê ji hinek çekdaran heman milîsan aşkere kirin, ragihand ku ji destpêka werza zeytûnan li navçeya Bilbilê ewqas dar hatiye desteserkirin.