AFRINPOST-Taybet
Oldarekî niştedagîr li mizgefteke taxa Efrîna Kevn, roja Înê banga paqijkirina herêmê ji çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî” kir. Oldar bi armanca sekinandina diziya ku çekdarên milîsan dikin, ev bang kir.
Yê bi navê “Şêx Mihemed” ji Xûtaya Rojhilat û bi ser milîsên “Ceyş El-Îsalm” ve ye, di xutbeyekê de wiha got; divê erd ji çete û xulamên pereyan were paqijkirin, divê dizî were rawestandin. Bi vê gotinê “Şêx Mihemed” bal kişand ser diziya milîsên bi navê “Ceyş El-Wetenî” yên Ixwan Mislimîn û dagirkeriya Tirkî.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku gotinên di xitbeya Şêx Mihemed de, çekdarên milîsên “El-Hemzat û Ehrar El-Şerqiyê” ku bi xwe li wir amade bûn, bi hêrs kir ku di encamê de çekdaran û piştgirên “Şêx Mihemed” dev avêtin hev û xutbe rasterast bi dawî bû û piştre yên li dijî gotinên şêx ji mizgeftê derketin.
Nûçegihan dest nîşan kir ku êdî nimêkerên ji milîsên “El-Hemzat û Ehrar El-Şerqiyê” biryar dan ku li gel çekdar û alîgirên “Ceyş El-Îslam” nimêj nakin û berê xwe nadin wê mizgeftê.
Heta niha piştî pevçûnên 28’ê Gulanê 2019 ku di encama wê de zîndaneke girtiyên jin ên veşartî, “El-Hemzat” bi rê ve dibir, milîsên “Ceyş El-Îslam û El-Hemzat” ji hev dil giran in.
Têkildarî wê di 14’ê Dîsemberê 2019 de, li bajarokê Raco yê gundewarê Raco yê Efrînê, piştî biryara serokatiya karûbarên olî yên Tirkî “diyanet” ên hikûmeta Enqere ya erkdarkirina mele û xitbebêjekî Kurd li mizgeftên bajarokê û nerazîbûna niştedagîran ji vê biryarê, tansiyon derket.