Li Badîna û Cindirêsê di nav de jinek 6 Kurd hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Yekşemê li bajarokê Badîna û Cindirêsê yên gundewarê Efrîna dagirkirî, dest bi pêngaveke binçavkirinê kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “Ehrar El-El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî, roja Yekşemê 6’ê Berfanbarê(Kanûn) 2020, 4 Kurd ji kolana jêrîn a bajarê Cindirêsê bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, bin çav kirin.

Nûçegihan navên revandian belge kirin û destnîşan kir ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e û ew jî ev in;

  1. Mihemed Hec Yûsif Behar
  2. Xalîde Şêx Mûrad
  3. Emîne Ebdo Mûrad
  4. Ehmed Hec Golîn

Her wiha li bajarê Cindirêsê, 3 niştedagîr ji gundê Selwe yê gundewarê Idlibê piştî teqîna beriya bi hefteyekê hatin binçavkirin ku di nava wan de yê bi navê “Ehmed Mihemed El-Sexîr” hat naskirin.

Di heman çarçoveyê de, desthilatên dagirkeriyê li bajarokê Badîna yê navçeya Raco dest bi pêngaveke din a binçavkirinê kiriye. Dewriyeyeke hevbeş ji istixbarata Tirkî û milîsên “polîsên leşkerî” roja Yekşemê şêniyên bi navê Mihemed Hebeş Heno (55 salî), Mihemed Hisên Dehdo(30 salî) bin çav kirin û birin navenda xwe ya li navçeya Raco.

Dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê dixwaze bêtir azadiya şêniyên Kurd sînordar bike. Ji ber vê yekê pêngavên revandin, binçavkirin û sepandina bacan bê navber derheqê wan de dike da ku di encamê de wan ji herêmê bide koçberkirin û guhertina demografîk bi cî bîne.

Related posts