Li herêmên Şehbayê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Korona qedexeya giştî hat sepandin

AFRINPOST-Taybet

Şaneya aloziyê ya taybet bi Korona roja Duşemê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa Korona Covid 19, hefteyekê li herêmên Şehbayê qedexeya giştî sepand.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku şaneyê bang li şêniyên herêmê û koçberan kir ku pabendî biryarên wê bibin.

Qedexe di nava xwe de girtina sûk, dibistan, mizgeft, her wiha ne lidarxistina dewat, civîn, kongre û çalakiyên civakî û dewreyên perwerdeyê jî dihewîne. Û ji bo saziyên Rêveberiya Xweser jî wê sîstema nobedariya li ser kar were meşandin.

Li gorî şaneya aloziyê, li herêmê hejmara pêketiyên vîrûsê her zêde dibe û ji ber kêmderfetî û amadekariyên bijîşkî yên taybet bi korona, pêwîstî bi qedexeya giştî ya Korona çêbû.

Bi ser belavbûna vîrûsa Korona li herêmên Şehbayê de jî, rêjîma Sûrî dorpêç avêtiye ser wan ku ji bêtirî du hefteyan nahêle ne sotemenî ne jî derman derbasî nava şênî û koçberên Efrînê yên li Şehbayê bibe.

Related posts