Milîsên “El-Fatih” li gundê Mamila bac 50% li ser zeyta koçberên Efrînê sepand

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî dizî û takankirina werzên zeytûnan ên şêniyên Kurd li Efrînê dewam dikin. Lê zêde bacan jî bi rê û rêbazên cuda li ser xwediyên zeytûnan disepînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ragihand ku yl bi navê Şadî sermilîsê Sultan Mihemed “El-Fatih” li gundê Mamila, nîvê zeyta Kurdên ku çinîna darên xwe radestî nasên xwe kirine, desteser dikin û destnîşan kir ku ew zeytê li gorî lîsteyeke amadekirî li guvaştgehê desteser dikin.

Milîsên “Feyleq El-Şam” jî bacan bi qasî 50% li ser berhemên koçberên gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê sepandin ku ew jî herî kêm du teneke zeyt bûn.

Li gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê jî, milîsên “El-Weqas” bac bi qasî 25% li ser berhema zeytê ya giştî sepand, lê zêde nirxên tenekeyên vala jî ku 4000 e, avêtin ser şêniyan, her wiha baca qaşo parastina zeviyên zeytûnan jî ji şêniyan standin.

Related posts