Bi nav: Endamên komîteya “mafan” bi dehan ji mal û dikanên bazirganiyê li Efrînê desteser dikin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ragihand ku endamên “komîteya vegerandina mafan” ku ji aliyê opozisyona Sûrî ya Ixwanî ve hatiye sazkirin, bi dehan ji mal û dikanên bazirganiyê yên şêniyên Efrînê desteser kirin.

Ji vê yekê xuya dibe ku qaşo divê komîteya “vegerandina mafan” mal û milkên şêniyên Kurd li Efrînê vegerîne, lê belê ew jî bêtir malên xelkê desteser dike.

Nûçegihan hinek malên desteserkirî belge kirin ku ew jî wiha ne;

Sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” û endamê komîteya “vegerandina mafan” ê bi navê “Neîm” 4 malên avaniya “Ismaîl” li taxa Eşrefiyê, lê zêde 2 xaniyên erebî û 2 dikanên bazirganiyê li wê herêmê desteser kirin.

Sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” yê bi navê “Ehmed Kebso” ku endamekî wê komîtê ye, beşek ji dikanan li herêma pîşesaziyê, lê zêde gelek dikanên bazirganiyê li dorhêla çerxerêya Kawa û 2 mal li kêleka baxçeyê Eşrefiyê desteser kirin.

Sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” yê bi navê “Ebû Elî El-Kurdî” ku ew jî qaşo endamê komîteyê ye, 3 malên erebî li kêleka baxçeyê Eşrefiyê ku xwediyê wan osman Aşkî û Berakat û ya din a şêniyekî ji gundê Kurka ye, desteser kir. Lê zêde şiqeyek li hemberî meclisa xwecihî û 2 dikanên bazirganiyê li herêma çerxerêya Kawa desteser kirin.

Related posts