AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Duşemê şêniyekî Kurd li zîndana Maratê di bin êşkenceyê de kuşt. Milîsan şênî ji du mehan ve girtibû.
Li gorî çavkaniyên ji hev cihê, dewriyeyeke hevbeş ji istixbarata Tirkî di nav de hinek rûgirtî hebûn, piştî nîvê şeva Duşemê û bi taybet di saet 01:00 de, termê şehîd Luqman Mistefa Yûsif radestî malbata wî li kolana Yelanqûzê ya bajarê Cindirêsê kir.
Desthilatên dagirkeriyê raporeke bijîşkî derbarê mirina wî bi kirîza dil, radestî malbata wî kir. Şehîd Luqman roja Sêşemê li goristana gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê û da ku gotina xwe ya di raporê de piştrast bikin, û rewş ji kontrola wan dernekeve di bin serpereştiya desthilatên dagirkeriyê de hat veşartin. Lê belê gelek çavkaniyan ji Afrinpostê re teqez kirin ku şênî Luqman di bin êşkenceyê de mir.
Luqman 3`ê Îlonê di çarçoveya pêngavên binçavkirina meclisa xwecihî ya Cindirêsê de hat binçavkirin. Ew di meclisê de rêveber bû û temenê wî 36 salî ye û xwediyê 3 zarokan e. Ew ji gundê Tirmîşe yê navçeya Şiyê ye, lê belê malbata wî ji dehî salan ve li Cindirêsê dijiyan.