Termên 9 çeteyên Sûrî ji Azerbeycanê gihîştin Efrînê

AFRINPOST-Taybet

Termên çeteyên Sûrî ji Azerbeycanê li pey hev digihêjin herêma Efrîna dagirkirî. Heta niha hejmara kuştiyên çeteyan li Azerbeycanê gihîştiye 217 kuştiyan.

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêmê ragihand ku 9 termên kuştiyên çeteyên Sûrî j şerê Azerî-Ermenî ji çeperên Nagornî Qerebax gihîştin Efrîna dagikirî.

Nûçegihan diyar kir ku 4 çekdarên kuştî ji milîsên “El-Emşat” in, yek ji wan bi navê “Ebû Yezen” e, û ew li gundê Kaxirê yê Mabetayê hatin veşartin. Her wiha ji wan 9 kuştiyan, 3 ji milîsên “Sultan Mûrad” in û li goristana taxa Zîdiyê li naverasta Efrînê hatin veşartin. Her wiha 2 kuştiyên din jî, ji koma Oso ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” ne, yek ji wan “Ebû Mihemed El-Biyanûnî” ye û li goristana “Kersane” li başûrê bajarê Efrînê bi 1 KM hatin veşartin.

Related posts