Li gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê milîsên “Feyleq El-Şam” berê 130 darên zeytûnê talan kirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê sepandina bacan li ser werza zeytûnan bi mebesta pêkanîna siyaseta birçîkirinê ku di encamê de Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dewam dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” ên Ixwan Mislimîn berhemên zeytûnan ên 2 welatiyên ji şêniyên gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê talan kirin.

Nûçegihan da zanîn ku zeviyê talankirî yê yekî ji wan 60 darên zeytûnê ye û yên din jî 70 dar e.

Nûçegihan destnîşan kir ku dizî ji aliyê çekdar û niştedagîran bi şev û roj berdewam e. Lê zêde bacan jî li ser cotkarên her gundekî disepînin ku di navbera 5 tenekeyan de ye û li gorî hejmara darên her cotkarekî ye.

Ji aliyekî din ve meclisa dagirkeriyê ya xwecihî 7% ji rêjeya zeytê ji berhemên zeytê li bajarokê Cindirêsê û gundên girêdayî wê distînin. Ango ji ser her 100 tenekeyî 7 tenekeyan ji her cotkarekî dibin.

Related posts