AFRINPOST-Taybet
Istixbarata dagirkeriya Tirkî welatiyekî Kurd ji şêniyên gundê Qeretepe yê gundewarê herêma Efrîna dagirkirî bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser dixebitî, bin çav kir.
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ragihand ku istixbarata Tirkî welatiyekî Kurd bi navê Idrîs Elî ji gundê wî li Qeretepe yê bi ser bajarê Efrînê ve ji beriya meh û nîvekê ve ji ber ku li ba wî dikaneke înternetê hebû, bin çav kir.
Nûçegihan da zanîn ku istixbarata Tirkî welatî Idrîs bi karê li gel Rêveberiya Xweser tawanbar kir û ev cara sêyemîn bi heman tawanê tê binçavkirin.
Welatî Idrîs xwedî dikaneke înterbetê bi navê Matrêks e. Niha ew li zîndana gundê Maratê yê bi ser bajarê Efrînê ve girtî ye.
Pêngavên binçavkirinê derheqê welatiyên Kurd de bê navber bi tawana peywendiya wan li gel Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) berdewam dike.
Ew tawanên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê êdî ji her kesî re aşkere bûne ku Kurdan bi armanca bidestxistina pereyan û koçberkirina wan ji herêmê direvînin û îşkenceyê li wan dikin.