AFRINPOST-Taybet
Ev du roj in, li pey hev milîsên “Cebha El-Şamiyê” vekirina derî û paceyan ji avaniyên niştecihiyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê piştî ku artêşa Tirkî roja Yekşemê bi giştî vala kir, dewam dikin.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê dagirkeriya Tirkî ew avaniyên ku ji xwe re kiribûn navend, radestî milîsên “Cebha El-Şamiyê” kirin. Lê hêjî nediyar e ku ew avanî wê ji xwediyên wan re vegerin, lê na.
Çavkaniyan diyar kir ku hinek şêniyên kolana Fîl hewl dan nêzîkî deverê bibin, lê milîsan gule li asîman barandin, ew tirsandin da ku ji deverê bi dûr bikevin û nebînin ku çawa milîs avaniyan talan dikin.
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrînê ragihand ku sibeha Yekşemê 25’ê Cotmehê 2020 ragihand ku 4 barkêşên leşkerî yên dagirkeriya Tirkî ji baregeha leşkerî ya li kolana Fîl derketin, berê xwe dan bajarokê Cindirêsê û piştre bi rêya dergeha Hemamê derbasî Tirkiyê bûn.