Istixbarata Tirkî li navçeya Cindirêsê bi dehan jin bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe li navçeya Cindirêsê agahdar bû ku istixbarata Tirkî û milîsên “polîsên sivîl” bi kordîneya li gel milîsên “Semerqend, Ceyş El-Şerqiyê û Ehrar El-Şam” ji roja Yekşemê ve dest bi pêngavên binçavkirinê yên berfireh kirine.

Li gorî nûçegihan li gundê Kûra, Kefersefrê, bajarokê Cindirêsê milîsan gelek welatî di nav de jin hebûn bin çav kirin.

Li gorî çavkaniyan, 7 welatî ji gundê Kefersefrê bûn û ew jî ev in; Şiyar Xilo, Almaz Hec Ebdo, Hesen Eyûb û keça wî Emîne Eyûb, Egîd Mistefa Xilo, Mûrad Xelîl Mûrad û Mûrad Xilo, lê zêde hinek welatiyên din wê bihatana binçavkirin, lê ne di malên xwe de bûn û wiha dewam kirin;

Piraniya kesên binçavkirî, beriya niha hatin binçavkirin, lê rewşên xwe li gel dadgehên dagirkeriyê çareser kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku di encama pêngava binçavkirinê li gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê ku bi kordîneya li gel milîsên “Ehrara El-Şam” ên ku gund dagir kirine, pêk hat, 5 welatiyên Kurd hatin binçavkirin û hejmareke din jî li bajarokê Cindirêsê hatin binçavkirin, lê belê nikarîn navên wan belge bikirana.

Li gorî çavkaniyan di encama vê pêngavê de bêtirî 40 welatiyên Kurd hatin binçavkirin û wiha dewam kirin;

Armanca vê pêngavê jî wek ên dîtir bû ku ew jî Kurdan tengav bikin û ji herêmê bidin koçberkirin.

Related posts