AFRINPOST-Taybet
Roja Duşemê li naverasta bajarê Efrînê motorsikletek teqiya û hejmareke kes birîndar bûn. Erebeyên ambulansê berê xwe dan cihê teqînê û di nava avêtina guleyan de çembereke ewlehiyê sepand.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêmê ragihand ku teqîn li ser pira nû ya ber bi Cindirêsê ve diçe li naverasta bajêr teqiya û wiha dewam kir;
Di encama teqînê de 3 kes birîndar bûn, lê birîndarên ku rakirin nexweşxaneya berê ya bi navê Ş. Ferzende nehatin naskirin.
Û wek her car milîsên dagirkeriyê teqîn fersend dîtin û dest bi dizî û talaniyê kirin, lê zêde hejmarek ji Kurdan jî bin çav kirin.
Her wiha piştî teqînê rasterast Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) bi pêkanîna teqînê tawanbar kir û tevî piştî her teqînê lêpirsînê vedike, lê heta niha kesên ku bi van teqînan radibin, negirtine.