Ji ber avêtina bombeyekê ji navendeke milîsên dagirkeriyê re li taxa Eşrefiyê 2 çekdar û zarokekî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku duh dengê teqînekê di derengiya şevê de hat, piştre li taxa Eşrefiyê li nêzîkî koma bi navê “Oso” yên girêdayî milîsên “Cebha El-Şamiyê” lîstokên agirî hatin avêtin.

Di encama teqînê de 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn.

Nûçegihan da zanîn ku teqîn bi armanca tolhildanê pêk hat.

Kesê ku bombe avêt navenda milîsan birayê kesekî ku sala borî ji aliyê çekdarên navenda teqiyayî ve li sûka Hal hat kuştin û kesê armancgirtî ji malbata kujerê birayê wî bû.

Hat zanîn ku pevçûnên tund li taxa Eşrefiyê di navbera milîsên “polîsên leşkerî” û niştedagîrên Xûtayê, êvara Şemiyê 17’ê Cotmehê 2020 rû dan. Di wan pevçûnan de çekên giran hatin bikaranîn.

Related posts