AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li navenda Efrîna dagirkirî, ala Fransî li naverasta bajêr şewitand.
Piştî ku mamosteyekî Fransî bi navê Semûîl Batî bi rengekî hov hat kuştin, alozî di navbera hikûmeta Fransa û Ixwan Mislimîn derket.
Tiştê balkêş ku di dema şewitandina ala Fransa de alên “Cebhet El-Nusra” û “DAIŞ’Ê” di nava çekdar û niştedagîran de li çerxerêya Newroz li ba dibûn, lê zêde durişmeya DAIŞ’ê ya “dimîne û berfireh dibe” berz kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê li navendê da zanîn ku milîsên Îslamî û xwediyên wan, îro roja Yekşemê li ba çerxerêya Newroz a li naverasta bajêr kom bûn û ala Fransî şewitand.
Şewitandina alan û şermezarkirina hikûmeta Fransa piştî daxuyaniyên Erdogan li dijî serokê Fransa Macron dest pê kirin.
Tevgera Ixwan Mislimîn daxuyaniyên Macron piştî serjêkirina mamosteyê Fransî Samûîl Batî ji aliyê Şîşaniyekî li Fransa dijî, ji xwe re wek derfet dîtin da ku li welatên Ewropî dest bi tevlihevî û operasyonên terorîst bikin.