AFRINPOST-Taybet
Istixbarata Tirkî şandina çeteyên Sûrî ji Azerbeycanê re ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkî li herêma Qerebaxê berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ji yên dîtir pirtir çekdarên xwe dişîne Azerbeycanê da ku li gel hêzên Azerî li dijî hêzên Ermenî şer bikin.
Nûçegihan destnîşan kir ku hejmareke hindik ji çekdaran xwe ji ber çûna Azerbeycanê didin alî û bi taybet piştî agahiyên dawî derbarê kuştiyên çeteyên Sûrî li Azerbeycanê û wiha dewam kir;
Heta niha bêtirî 130 termên çeteyan ên ku li Qerebaxê hatine kuştin, hatin Efrînê û herêmên din ên wek Cerablus, Marê, Ezaz û gundewarê Helebê yên dagirkirî.
Nûçegihanê Afrinpostê navê du çekdarên berê xwe dane Azerbeycanê bi dest xistin û ew jî ev in; Ebû Nayêf û Ebû Fehid, her du çekdar ji milîsên “Sultan Mûrad” in, beriya du rojan ji Efrînê derketin û berê xwe dan Azerbeycanê. Lê hinek çekdar ji çûna şerê li Azerbeycanê ditirsin.
Di vê derbarê de nûçegihan diyar kir ku navê Ebû Fîras, Ebû Ubeyda, Samî El-Xetlan, Ebû Foz ji milîsên “Sultan Mûrad” in, navên wan hat da ku biçin Azerbeycanê, lê belê ew xwe ji ber didin alî û ji sermilîsên xwe direvin.
Dagirkeriya Tirkî çekdaran neçar dikin ku biçin Azerbeycanê da ku herêma Qerebaxê li gel hêzên Azerî dagir bikin. Û Efrîn jî ji şandina çekdaran a Lîbya û Azerbeycanê re kiriye navend, êdî dagirkerî çeteyên Ixwanî ji bo berjewendiyên xwe li her derê bi kar tîne.