AFRINPOST-Taybet
Istixbarata dagirkeriya Tirkî pêngava binçavkirina welatiyên Kurd li navenda navçeya Mabeta dewam dike ku duh 5 welatiyên Kurd bin çav kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku istixbarata dagirkeriyê roja Yekşemê 11’ê Cotmehê 2020 komeke nû ji 5 welatiyan li navenda navçeya Mabeta bin çav kirin, ku ew jî ev in:
1- Selah Şabo(cîgirê serokê meclisa xwecihî ya navçeya Mabeta)
2- Medya Xencer
3- Ramî Xencer
4- Mihemed Elî Nasan
5- Mihemed Misto
Li gorî nûçegihan ev pêngava binçavkirinê berdewamiya pêngavên binçavkirinê yên berê ne ku beriya wê, roja 11 û 13 Îlonê 7 welatiyên Kurd bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hatin binçavkirin û ew jî ev in:
- Îbrahîm Xencer
- Ismet Xoce
- Ehmed Mişko
- Îmad Hisên Xencer(karmendê meclisa xwecihî)
- Îbrahîm Sidqî(karkerê şaredariyê di meclisa xwecihî de)
- Şukirî Hesen Hemoto(Karmendê meclisa xwecihî)
- Izet ji şêniyên gundê Mîrkan ku ew jî cîgirê rêveberê hîndekariyê ya meclisa xwecihî.
Di 5’ê Cotmeha 2020’an de jî istixbarata Tirkî welatî Mihemed Hesen Bîlal ji şêniyên bajarokê Mabeta bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hat binçavkirin.
Di 4’ê Cotmeha 2020’an de jî, milîsên polîsên sivîl bi ser hejmareke malan de girt û hejmareke welatiyên Kurd di nav de jinek hebû, bin çav kirin û ew jî ev in:
- Waêl Cemîl
- Mihemed Elî Bîlal
- Izet Mixtar
- Elî Hem Zîno
- Lelya Reşîde Qerendel
- Hîkmet Mameş
Di nava meha Îlonê de jî, gelek pêngav li navenda navçeyê pêk hatin û bi dehan ji welatiyên Kurd hatin binçavkirin.