AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Cindirêsê ragihand ku maşîneyeke dagirkeriyê 9’ê Cotmehê pêlî welatiyekî Kurd kir û wiha dewam kir;
Leşkerên dagirkeriyê li navenda navçeyê bi zanabûn û mebest pêlî welatî Idrîs Henan Hesen kir ku ji ber wê Idrîs di ling û destê xwe de birîndar bû.
Nûçegihan da zanîn ku welatî Idrîs li kolana 16 a li rojavayê bajarokê Cindirêsê dijî û ew ji şêniyên gundê Miskê yê navçeyê ye.
Şêniyên bi lez û bez Idrîs rakirin nexweşxaneya bajarokê. Niha ew li mal e û hêjî şikestina dest û lingên xwe dikişîne.