Bi dîmen… ji ber teqînekê li gundekî Şêrawa sermilîsekî “El-Hemze” birînadar bû û nobedarê wî jî hat kuştin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku sibeha 11’ê Cotmeha 2020 otomobîleke bombebarkirî li ser rêya navçeya Şêrawayê teqiya û wiha dewam kir; teqemeniyek bi otomobîla sermilîsê “Firqeya El-Hemzat” ê bi navê “Ebû Cabir” li ser rêya gundê Turindê ya navçeya Şêrawayê teqiya û di encamê de sermilîs bi giranî birîndar bû û nobedarê wî jî yê bi navê “Ûsame El-Betran” bi nasnav “Ebû Zeyd” rasterast hat kuştin.

Derbarê vê teqînê de heta niha ti alî berpirsyartiya wê hilnegirtiye ser xwe, lê belê rojnamevana Almanî  Lindsey Snell tiwîtek avêt û tê de got ku Ebû Cabir sermilîsekî “El-Hemze” yê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye erkdarkirin li çiyayê Beradê ji ber teqemeniya bi otomobîla wî bi giranî birîndar bû û wiha dewam kir; çekdarekî milîsan dibîne ku ev hewldan bi armanca kuştina wî ji aliyê xwediyên çekdarekî ku beriya wê ji aliyê wî(Ebû Cabir) ve bo Azerbeycanê hatibû şandin û li wir hat kuştin, tê.

Hemwextî teqîna otomobîla sermilîs, hêzên dagirkeriya Tirk û milîsan vê sibehê gundê Meyase yê Şêrawayê bi hawinan topbaran kir. Di encamê de zirarên madî gihîştin mal û milkên şêniyan û derbarê zirarên mirovî de jî, hê ti agahiyên piştreast nahatine bidestxistin.

Related posts