Milîsên “Melêk Şah” berhemên darên zeytûnan ên Kurdan li gundê Metîna talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şera ragihand ku milîsên “Melêk Şah” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Misilmîn berhemên zeytûnan li erdên gundê Metîna yê navçeyê bêserûber diçinin. Milîs bi dehan ji niştedagîrên kampên goristana şehîd Seydo ya berê li gund tînin û zeytûnên şêniyên gund diçinin.

Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” jî berhema zeytûnan a erdê şêniyê Kurd bi navê Ibrahîm Mihemed talan kir. Şênî Ibrahîm Mihemed ji gundê Stêr ê bi ser bajêr ve ye. Erdê wî yê zeytûnan li dorhêla stasyona trênê ye û hejmara darên wî derdora 110 daran e.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku şêniyê Kurd Îbrahîm li ba milîsan gilî li wan kir, lê belê milîsan jî bi bihaneya ku erd yê birayê wî Nebî Mihemed e û tevî ku şêniyên gund li ser gotina milîsan a nerastiya bûn şahid, dîsa jî milîsan giliyê wî paşguh kir.

Tê zanîn ku milîs şêniyên ku zeytûnên xwe diçinin wek ceza bacên giran li ser wan disepînin û nebûna belgeyên xwedîtiya erd ji kiryarên xwe yên xerab re dikin hincet.

Related posts