AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Şemiyê mala kalemêrekî Kurd li kolana Tehtaniyê ya bajarê Cindirêsê bi hay û li pêşiya wî ango bi zorê dizî.
Piştî wê kalemêrê Kurd bi navê Menan Kiro bi kirîza dil ket û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Welatî Mena Kiro yê derdora 80 saliyê, tevî ku bi gelek nexweşiyan bû, bi tenê li malê dijî. Milîsên “Feyleq El-Şam” tenêtiya wî wek fersend dîtin û derbasî mala wî bûn, hinek pere û mavmaliyên wî bi zorê birin ku ji ber vê yekê bi kirîza dil ket.
Şêniyan ew û rakir nexweşxaneyekê, lê belê di nexweşxaneyê de pir dirêj nekir ku duh jiyana xwe ji dest da.
Ev bûyer ne ya pêşîn û ne jî ya paşîn e, bi dehan bûyerên diziyê yên bi darê zorê û li pêşiya çavên xwediyên mal û milkên wan pêk tên.