AFRINPOST-Taybet
Di çarçoveya guhertina çanda herêma Efrîna dagirkirî, desthilatên dagirkeriya Tirkî hewl dide bêtir saziyên olî û mizgeftan li ser hesabê saziyên xizmetguzariyê li herêmê ava bike.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku ji çavkaniyeke pêbawer hatiye agahdarkirin ji devê karmendeke di gerînendetiya Ewqafê de ya dagirkeriya Tirkî de kar dike ku istixbarata Tirkî niştedagîrê ku firina Cûdî dixebitîne, vala bike da ku projeyeke olî li şûna wê ava bike.
Tê zanîn ku ew proje wê peymangeha jiberkirina Quranê be.
Beriya demekê desthilatên dagirkeriyê ji niştedagîr xwestibû ku 5 milyon lîreyên Sûrî mehane bide yan jî ji firinê were qewitandin.
Nûçegihan bi bîr xist ku hebûna erdekî vala li kêleke firinê dihêle ku firin neyê desteserkirin.
Ji ber hişmendiyên desthilatên Tirkiyê li Efrînê, xwe dispêre Şêx û melayan û hişmendiya tundraw û bi taybet ên bi navê “Heyeta Tehrîr El-Şam” e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku firina Cûdî li kêleka sûka Çarşemê(Sûka Bazarê), xwediyê wî welatiyekî Kurd e. Ew ji koçberên Efrînê ye.
Tê zanîn ku li herêma Efrîna dagirkirî avakirina mizgeftan û bidûrxistina melayên Kurd bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir gelekî zêde bûye.