Dagirkeriya Tirkî şêniyekî Kurd ji gundê Dêr Siwanê bi bihaneyek amadekirî bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku istixbarata Tirkî beriya derdora 10 rojan şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Nebî (31 salî) ji şêniyên gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera bin çav kir.

Derbarê şert û mercên girtin û cihê wî ti agahiyên piştrast nîne lê belê ew bi bihaneyeke çêkirî ku ew jî danûstandina li gel Rêveberiya Xweser e, hatin binçavkirin.

Beriya demekê dîsa xort Mihemed Nebî ji aliyê milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ve hatibû revandin. Wê demê 9 mehan li zîndaneke bajarê Ezazê girtî bû. Xort Mihemed Nebî debara xwe bi firotina sebzeyan dikir û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Related posts