Milîsên ji Ezazê li ser hesabê milîsên ji Til Rifetê serweriya xwe berfireh dikin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku komeke bi navê Kebso(çekdarên di bin sîwana milîsên Cebha El-Şamiyê ragihand ku wan milîsên nû bi navê Lîwa El-Selam ava kirine.

Piştî ku wan navê navenda milîsên Firqeya 23’ê(navenda rojnameya Ronahî ya berê) guherand hat ku piştî pevçûnên tund bi serkêşiya yê bi navê Cemal Kebso ku bi navê milîsên Cebha El-Şamiyê naskirî ne, desteser kirin.

Milîsên “Cebha El-Şamiyê” bi desteka istixbarata Tirkî 9’ê Tebaxê navenda rojnameya Ronahî kontrol kir û milîsên firqeya 23’ê ji xwe re kirin navend.

Piraniya milîsên Firqeya 23’ê ji bajarê Til Rifet in û milîsên Cebha El-Şamiyê ji bajarê Ezazê ne. Ango pevçûnên ku pêk hatine di çarçoveyeke tolhildana herêmkî de ne.

Related posts