AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku jineke niştedagîr bi ser firoşgeheke firoşkarekî Kurd de girt û bi firoşkarê Kurd de qêriya ku wî dest avêtiye wê jinê.
Firoşgeh li kolana xeta servîs li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dikeve û firoşkar jî bi navê Mihemed bavê Xebat tê naskirin ji şêniyên gundê Bablîtê ye. Jina niştedagîr bi armanca bidestxistina pereyan ew bi destavêtinê tawanbar kir. Firoşkar Xebat hewl da pirsgirêkê derbas bike, lê belê hewla xwe bi bin ket û weke ku jina niştedagîr dixwest, pêk hat. Ji bo ku firoşkarê Kurd wê jinê ji ser xwe bibe, hemû pereyên di sendûqê dikanê de 110 hezar lîreyên Sûrî danê.
Niştedagîr li herêma Efrîna dagirkirî bûyerên şerefê weke navgîneke bidestxistina pereyan dibînin û ji xwe re kirine kar. Hemwextî wê jî kerxane li bajêr zêde bûne ku Afrinpostê 12’ê Tîrmehê derbarê kerxaneyan de raporek amade kiribû û li gorî raporê kerxane gihîşt 37.