AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji Til Cebîn û yekî din ji Rityan ên gundewarê Heleb ê bakur, şêniyê Kurd bi navê Osman Mihemed ji şêniyên taxa Eşrefiyê xapandin.
Qaşo şênî Osman li ser girêbesta kirêkirina şiqeyeke xwe(apartman) ji niştedagîran re îmze kir. Lê belê derket holê ku şênî li ser girêbesta firotina şiqeyê îmze kiriye. Bi vî rengî niştedagîran ew xapand û mala wî ji dest girt.
Niştedagîrên ku dagirkeriya Tirkî ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne û li Efrînê bi cî kirine bi gelek rê û rêbazan şêniyên Kurd dixapînin û mal û milkên wan ji dest digirin.
Li vê dawiyê 2 niştedagîran ji bajarê Hereste şêniyekî Kurd bi navê Reşîd Mihemed ji gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê neçar kirin ku her du şiqeyên xwe bi kirê bide wan. Karmendê ku girêbest ji wan re çêkiriye jî, li şûna 3 mehan di girêbestê de bi cî bike kir 6 meh û her du niştedagîran mafê kirêkirina şiqeyan neda şênî.
Bûyerên bi vî rengî li vê dawiyê li herêma Efrîna dagirkirî zêde bûne ku êdî niştedagîr bi her awayî dixwazin mal û milkên Kurdan ji dest bigirin û wan ji herêmê derxin.