Milîsên “polîsên leşkerî” binçavkirina bi armanca pereyan dewam dike

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabetayê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Pêncşemê xortê bi navê Azad Ehmed Hebeş ê 20 salî ji şêniyên gundê Mamila bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberoiya Xweser revand  û hêjî çarenûsa wî ne diyar

e.

Li aliyê din milîsan welatî Egîd Hemo û Munzir Hebeş ji şêniyên gundê Dîkê piştî binçavkirina bêtirî mehekê berdan.

Di heman çarçoveyê de roja Şemiyê xwediyê şêniyê revandî Xelîl ibrahîm Necar ji şêniyên gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê fidyeyeke malî bi 5000$ beramberî berdana wî.

Nûçegihanê Afrinpostê 23’yê Tebaxê ragihandibû ku çekdarên milîsên Ixwanî, xortê bi navê Xelîl Ibrahîm Necar 21 salî revand û bir cihekî nediyar.

Di nava meha Tebaxê de revandin bi şêweyekî zêde derheqê şêniyên Kurd li herêmê pêk hatin. Armanca milîsan ji revandina şêniyên Kurd ew e ku pereyan ji xwediyên wan beramberî berdana wan bistînin.

Tê zanîn ku dagirkeriya Tirkî bi zanabûn pere ango mûçeyên milîsên Ixwanî li ser wan birîn da ku milîs dizî, talanî, revandin û her wekî din ji kiryarên hovane bi serê Kurdên Efrînê bikin.

Related posts