AFRINPOST-Taybet
Li vê dawiyê derbarê doza bajarê Efrînê û rêvebirina wê de axaftin û gotûbêj tên kirin. Peymanan di navbera Moskow û Enqereyê de derbarê radestkirina dergehan û girêdana Idlibê û Efrînê derdikevin pêş. Gelo guhertin û veguhertinên meydanî li Idlibê wê bandorê li pêşeroja Efrînê bikin?
Di vê derbarê de nivîskar û rojnamevanê Kurdî Hisên Cimo ji Afrinpostê re axivî.
Hisên Cimo diyar kir ku Tirkiyê hewl dide ku Idlibê ji Efrînê qut bike, vekişandina Tirkiyê ji Idlibê ne hêsan e, senaryoyê bê dê wek yê Qibrusê be.
Her wiha girêdayî têkiliya di navbera Idlibê û gotgotên li ser radestkirina deriyên sînorî ji hêzên Rûsî re bi kordîneya li gel hêzên Tirkî Hisên Cimo wiha got;
Tirkiyê wê bi gelek rê û rêbazan hewl bide mijara Efrînê ji lihevkirinên di navbera wan û Rûsya de bi dûr bixe. Dibe ku deriyên sînorî girêdana xwe bi aliyê ewlehî yê Efrînê ve hebe, lê belê li gorî nêrîna min Tirkiyê wê rêyekê bibîne ku peymanên li Efrîn û Idlibê ji hev cuda bike. Ji ber ku dosyayên her du bajaran ji aliyê ewlehiyê ve ji hev bi dûr in.
Derbarê pêşeroja Efrînê jî Hisên Cimo da zanîn ku li gorî daneyên li ser erdê û dibetiya ku herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê dê wek Qibrisê werin birêvebirin. Niyeta Tirkiyê nîne ku ji herêmên dagirkirî hêzên xwe vekişîne. Tirkiyê dixwaze herêmên li bakurê Sûriyê dagir kirine wek Qibrisa Bakur ku ti dewlet û alî ji bilî Tirkiyê nas nake, bi rêve bibe.