Nexweşxaneya Ibin Sîna li Efrînê… Yê dikeve wenda ye û yê derdikeve nû ji dayîk dibe

AFRINPOST-Taybet

Li gorî agahiyên taybet bi nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî, nexweşxaneya Ibin Sîna bûye cihê kuştina nexweşan ku nexweş xweş dikevinê û tevî ku nexweşiyên wan ne xeter in, mirî derdikevin.

Nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyeke taybet ragihand ku di nava wan de keçeke negihîştî, bi 3 kesan re ev bûyer pêk hat.

Nûçegihan destnîşan kir ku keç bi navê Nazlî Hec Reşîd e, ji şêniyên gundê Qûşa yê Efrînê ye. Ew li nexweşxaneyê û li gorî nasên wê tevî ku nexweşiya xwe ne giran bû, hat kuştin.

Çavkaniyê da zanîn ku guman li ser rola nexweşxaneyê heye ku nexweşxane lebatên mirovan didizin û li Tirkiyê difiroşin.

Beriya wê bi demekê zarok Xelîl Şêxo piştî ku li ser destê nobedarên sînor ên Tirkî hat kuştin, lebatên wî hatin dizîn.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku nexweşxane li ser rêya Efrîn-Maratê dikeve û ji aliyê niştedagîrekî Idlibî ve ku di nava milîsên dagirkeriya Tirkî de cî digire, tê birêvebirin.

Related posts