AFRINPOST-Taybet
Roja Pêncşemê 7 çekdar ji milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrîna dagirkirî berê xwe dan Lîbya da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku 7 çete ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ku Efrîn dagir kirine, berê xwe dan Lîbya.
Ev yek nîşan dide ku niyeta Tirkiyê ya sekinandina şer li Lîbya nîne.
Çavkaniyekê ji nûçegihanê me re ragihand ku çekdaran ji malbatên xwe re gotin ku piştî 6 mehan û eger xweş man dê vegerin Efrînê.
Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî û artêşa niştîmanî ya Lîbî beriya çend rojan agirbest ragihandin. Lê belê şandina Enqere ya çekdarên Ixwanî bo şerê Lîbya, bê cidîyeta Tirkiyê ji sekinandina şer dide nîşan dan.