Milîsên “El-Weqas” li navçeya Şiyê êrîşî kalemêrekî Kurd kir û mala wî talan kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Lîwa Weqas” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Duşemê 24’ê Tebaxê piştî nîvro bi ser mala Kurdekî li gundê Senarê yê navçeya Şiyê de girt û bi hovîtî êrîşî wî kir, piştre mala wî talan kir.

Nûçegihan diyar kir ku çekdaran bi giranî li kalemêrê Kurd bi navê Abdullah Hisên Mistefa Axa dan, ji ber vê yekê dest û lingên wî şikestin û hêjî di nava nivînan de ye. Bi wê tenê nekirin ku piştre pere û tiştên malê talan kirin.

Milîsên “Cebha El-Şamiyê” jî destpêka meha Tebaxê welatiyekî Kurd bi navê Abdullah Ibrahîm Mihemed Elî (51 salî) ji mala wî li gundê Mareskê yê Şerayê revand û ji bo berdana wî 3 milyon lîreyên Sûrî ji xwediyên wî xwestin.

Related posts