Ji bo bêtir karmendên Kurd ji saziyan bi dûr bixe, 7 niştedagîr di saziyan erkdar kirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî li hemû saziyên qaşo “meclisa navxweyî” ya dagirkeriyê, zorê li karmendên Kurd dike da ku dest ji kar berdin û li şûna wan karmendên niştedagîr bi cî bike.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku ya bi navê “meclisa navxweyî” ya dagirkeriya Tirkî, 2 karmend ji niştedagîran di şirketa avê de, 3 di şaredariyê de , yek di beşa avdanê û jimaryarek jî di şirketa avê de tevî ku berê jimaryar hebû, bi cî kirin.

Dagirkeriya Tirkî ji dema ku herêma Efrînê dagir kir, ne tenê girîngî da warê leşkerî her wiha di hemû saziyan de jî, çi rêveberî û çi jî hîndekarî û olî, hemleya armancgirtina Kurdan dest pê kir.

Related posts