AFRINPOST-Taybet
Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku roja Sêşemê qaşo meclisên navxweyî yên dagirkeriya Tirkî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de li herêma Efrîna dagirkirî dest bi serjimariyekê kirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku komîteyên bi serjimariyê radibin qaşo ji karmendên saziyên perwerde û fêrkirinê ne, dest bi serjimariya kesên di navbera 6 heyanî 18 saliyê kirine û destnîşan kirin ku serjimarî li ser şêniyên resen(Kurd) û niştedagîran(Ereb û Turkmen) derbasdar e û wiha dewam kirin;
Li her gund, bajarok û taxekê komîteyek ji mamosteyên niştedagîr heye. Ew komîte sardana hemû malbatan dikin û nav û paşnavên wan tomar dikin. Çavkaniyan tercîh kirin ku istixbarata Tirkî bi rêya vê serjimariyê dixwaze bizane rêjeya şêniyên resen(Kurd) a vê kategoriyê(6-18) çi qas e û planên guhertina demografîk heyanî çi radeyê cî girtiye, nas bike.
Tê zanîn ku dagirkeriya Tirkî ji dema ku herêma Efrînê Adara 2018’an dagir kiriye ve, meclisên girêdayî xwe li navend û her şeş navçeyên Efrînê bi rêxistin kirine. Erk û peywira wan meclisan jî, desteserkirina niştedagîr û çekdaran ji mal û milkên Kurdên koçber û yên li herêmê mayî rewa bikin.