AFRINPOST-Taybet
Hemleya binçavkirinê ya ku dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî derheqê Kurdan de bi bihaneyên çêkirî da ku pereyan ji wan bistînin û bide koçberkirin, dest pê kiriye, berdewam e.
Roja Yekşemê 16’ê Tebaxê milîsên dagirkeriyê li gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabetayê hemleyeke binçavkirinê deheqê şêniyên gund de dest pê kir. Di encama hemleyê de hejmarek ji şêniyên gund bin çav kirin. Nûçegihanê Afrinpostê navên kesên binçavkirî belge kirin û ew jî wiha ne;
- Mihemed Mihemed
- Fûad Mihemed
- Mihemed Ebûş
- Elî Ebdo Elûş
- Hesen Eyûb
Hat gotin ku kesekî din jî hatiye revandin, lê belê ew nehat naskirin.
Hinekan ji wan 500$ yekî 500 L.T û yekî din jî 300 $ beramberî berdana xwe dan milîsan.
Nûçegihan destnîşan kir ku hemleya binçavkirinê berdewam e û yê ku fidyeyên malî nadin, milîs wî derbasî gel polîsên leşkerî dikin.