AFRINPOST-Taybet
Komeke jinên Kurd ji şêniyên gundê Qirigolê yê navçeya Bilbilê, êrîşî niştedagîrekî diz kir û nehişt ku hejîran ji baxçeyê welatiyekî Kurd bidize.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Bilbilê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîs û niştedagîrên li gund nahêlin şêniyên gundê Qirigolê bi şevê xew bikin, lê belê şênî li ser mafê xwe bêdeng namînin û bersiva wan didin.
Nûçegihan destnîşan kir ku Duşema borî niştedagîrekî Xûtayî hejîr ji baxçeyê welatiyekî Kurd ji şêniyên gund bi navê “Ebû Stif” didizî. Jina xwediyê erd rê li ber wî girt lê niştedagîr guh nedayê.
Nûçegihan da zanîn ku jina xwediyê erd çû bangî gelek jinên gund kirin û rahiştin çov, li niştedagîr dan û ji nava erd qewitand û wiha dewam kir;
Niştedagîr fêr bûne ku mal û milkên şêniyan bi serbestî bidizin û ji ber ku dagirkerî û milîs piştgiriya wan dikin, ti kes li pêşiya wan dernekeve. Lê belê vê carê rewş ne li gorî dilê wan bû û ji aliyê jinên gund ve hatin qewitandin.
Beriya wê bi demekê jî, şêniyên gundê Qirigolê ji ber ku milîsên “Siqûr El-Şam” ew tengav dikirin, êrîşî rêbendeke wan kir.