AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Lîwa Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn duh roja Duşemê 17’ê Tebaxa 2020’an hemleyeke revandinê yeke berfireh li gundê Gemrûkê yê navçeya Şera ya gundewarê Efrînê dest pê kir.
Di çarçoveya hemleyê de hejmarek ji welatiyên Kurd bi bihaneya derketina nobetê di dema Rêveberiya Xweser de hatin revandin.
Welatiyên Kurd ên bi van navan hatin girtin; 1- Ednan Zekeriya Hesen35 salî 2- Ehmed Zekeriya Hesen 38 salî 3- Ebid El-Ruhman Ebdo Ehmo 75 salî 4- Luqman Xelîl Ehmo 35 salî 5- bdo Hesen Resûl 75 salî 6- Zekî Xoce Elî 62 salî 7- Kemal Hesen Ehmed 62 salî 8- Mehmûd Reşo Ebdo 9- Welîd Reşo Ebdo
Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê milîsan kalemêrê bi navê Ebid El-Ruhman Ebdo Ehmo 75 salî piştî ku 1000 L.T da berdan û diyar kir ku hejmara kesên revandî bêtirî 10 kesan in.
Nûçegihan teqez kir ku hemleya revandinê tenê bi çend gundan ne sînordar e. Hemle di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkî bi rengekî berfireh li seranserî gundewarê Efrînê pêk tê. Istixbarata Tirkî bi bihaneya derketina şêniyan a nobetê, wan bin çav dike. Milîs jî bi heman bihaneyê Kurdan direvînin û beramberî kesên revandî 1000-1500 L.T dixwazin.