Dagirkeriya Tirkî û niştedagîr rêya derxistina Kurdan ji Efrînê hêsan dike

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî ji bo demografiya herêma Efrînê biguherîne, gelek rê û rêbazan bi kar tîne. Li vê dawiyê li herêma Efrînê ya dagirkirî rê li pêşiya Kurdan ber bi Tirkiyê ve hêsan dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên îslamî ya Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Hur” rê didin Kurdan ku ji Efrînê derkevin û da zanîn ku ev yek bi 2 şêniyên Kurd re çêbûye û wiha dewam kir;

Beriya hefteyekê komek li ser sînor dixwestin bi qaçaxtî derbasî Tirkiyê bibin, hatin girtin û got: “ Ew kes 2 Kurd û 5 Ereb bûn. Serbazê Tirkî rê da ku her du Kurd derbas bibin û yên Ereb jî ji nû ve vegerandin Efrînê.”

Nûçegihan destnîşan kir ku niştedagîrekî ji welatiyeke Kurd re pêşniyar ku ku lawê wê bi 250 $ ji Efrînê derxe û derbasî Stenbolê bike, lê belê jinê qebûl nekir û got ku ew ê li Efrînê bimînin.”

Nûçegihan li ser zimanê welatiyê ragihand ku niştedagîr ji welatiyê re got: “Efrînê êdî bû ya Tirkiyê û dê gelekî zorê li Kurdan bike, ji ber vê yekê derkevin û xwe rihet bikin.”

Related posts