AFRINPOST-Taybet
Li vê dawiyê niştedagîrên ji bajarokê Biyanûnê yê gundewarê Helebê, 4 şiqeyên niştecihiyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê û tevî ku xwediyê wan li Efrînê bû, firotin.
Nûçegihan diyar kir ku 4 malbatên niştedagîr malên ku dest danîbûn ser û tê de bûn, her yek ji wan bi 4000 $ firotin.
Xaniyên ku hatine firotin ên şêniyê Kurd bi navê Ehmed Kemal Elî ji şêniyên gundê Memala yê Raco ne.
Her çar şiqeyên niştecihiyê di heman avaniyê de ne û li taxa Eşrefiyê li nêzîkî cihê ku keviran jê derdixin, in.
Nûçegihan teqez kir ku şêniyê Kurd li ser wan li cem milîsên “polîsên leşkerî” (dadgeha dagirkeriyê li bajêr) gilî kir û belge jî pêşkêşî wan kirin, lê belê ji ber ku niştedagîr ji aliyê sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” bi navê Ehmed Adil ve bûn, şiqe vala nekirin û radestî xwediyê wan nekirin.
Ev bûyer di çarçoveya biserîkirina desteserkirin, dizî û talaniyê li herêmê de tê. Milîsên Îslamî li piraniya gund û bajarokên herêma Efrînê bi bihaneya ku malên Kurdan ji milîsên Îslamî re kirine navendên leşkerî yan jî malbatên çekdaran tê de bi cî bûne, rê nedan ku şênî vegerin ser mal û milkên xwe.